Keywan Hewramî 25 salin dikana wî heye. karê kelûpelan dike. Keywan Hewramî diyar dike ku çanda hewreman resene û civak bi çanda xwe tê nasîn
Çand û berhemên Hewramanî ya li beşek dikeve Rojhilatê Kurdistanê û beşek jî dikeve Başûrê Kurdistanê navê xwe li nava çand û hunera Kurdistanê daye.
Çanda Hewramî ya ku bi taybetmendiyên xwe yên xwezayî û dîsa erdnîgariya xwe bûye yek ji mîrasê cîhanî, niha li hemû bazar û parçeyên Kurdistanê heta derveyî welat, di şahî û rojên taybet de xwe dide der.
Keywan Hewramî ji Tewêle ya Hewremanê ye li Silêmaniyê dijî, nêzî 25 sal in Bazara Sabûnkeran karê hûnera Hewramî dike û dikana wî heye.
Hewramî ji 15 saliya xwe ve karê pêlav (şikal) û kelûperên Hewramî dike.
Li dikana xwe gelek berhemên hûnerî yê destan ê Hewramî li xwe digire.
Keywan Hewremî li ser çanda Hewramî ya resen ev got:
“Çand nasname û hebûna gel e. Civak bi çanda xwe, rengê xwe û hunera xwe tê nasîn.
Hewreman jî yek ji van herêmane li Kurdistanê xwedî çand û kevneşopiyeke hunerî ya civaka Kurd.Em dixwazin vê çandê biparêzin”