Çalakiyên hêzên rizgariya Efrînê yên li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrîn û derdora wê berdewam dikin. Hêzên Rizgariya Efrînê bi daxuyaniyekê ragihand ku li bajarê Mareyê 3 çete hatine kuştin.
Hêzên Rizgariya Efrînê di daxuyaniya xwe de ev agahî parve kirin.
15’ê Tebaxê hêzên rizgariyê li derdora bajarê Mareyê çalakî li dar xistin û bi çekên sivik û navîn li çeteyan dan.
Di encama çalakiyê de 3 çete hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn.
Herî dawî hêzên rizgariya Efrînê li bajarê Babê du çalakî pêk anîn di encamê de 2 çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin.