Li bajarê Efrînê mayînek hat teqandin, teqîn li ser riya Tirinda ya bajrê pêk hat.
Li gorî çavkaniyên herêmî li ser riya Tirind ya bajarê Efrînê mayînek hat teqandin.
Heman çavkaniyê destnîşan kir ku heta niha der barê ziyanên canî de ti agahî nehatine bi dest xistin.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji ber teqînê hemû riyên bajarê Efrînê girtine.
Heya niha ti aliyan teqîn negirtiye ser xwe.
Beriya niha bi çend rojan li Efrînê bi awayekî hemwext du teqîn rû dan, yek li çarxereya Wetenî û ya din jî li Çrexereya Kawa.