Yekemîn rûniştinên dadgehkirina el- Beşîr bi awayekî eşkere dest pê dike.
Li gorî navgînên ragihandinê, wê îro dadgehkirina serokê berê yê Sûdanê Omer el-Beşîr dest pê bike.
Gerek ev yek, roja Şemiyê li dar ketiba, lê ji ber îmzekirina hinek belgeyên hikumetê hat taloqkirin.
Li gorî berdevkê desteya parastinê ango parêzerê el-Beşîr, wê ev dadgehkirin li ser torên medya û çapemeniyê were weşandin.
Omer el-Beşîr bi gelek sûcan tawan-barkirî ye, di nav de danûstandina bi pereyên biyanî.
Hêjayî bîrxistinê ye, 11’ê Nîsana 2019’an, bi darbeyeke leşkerî artêşa Sûdanî el-Beşîr binçav kir û ew ji ber çavan da alî.
Ev jî piştî bi dehan xwepêşandanên gel tê.
Paşê, artêşê mecliseke leşkerî ya demkî çêkir, heya niha jî ew û muxalefetê nigihane çareseriyeke berbiçav.