Navenda ragihandina û çapemenya HPG’ê ragihand artêşa Tirk a dagirker 56 caran ji bejahî û hewayî ve bombe li qadên gerîla barand.
Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wiha ye:
“Tevî ku gerîlayên azadiya Kurdistanê di pozîsyona parastinê de ye, artêşa Tirk a dagirker bi teknîka giran careke din êriş kir.
Hêzên me li ser bingeha parastina rewa bersiv da mêtingeran û di encamê de dagirkere hate cezakirin.
Li herêma Zapê qadên ku hêzên me lê ne 10 caran bi balafirên şer, 46 caran jî bi tank, obus û çekên giran hatin bombekirin.”