Li Qamişlo di encama operasyonek hevbeş ya Hêzên Ewlekariya Hindirîn û Hêzên Taybet ên Antî Teror de hinek endamên şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê hatin girtin.
Çeteyên hatine girtin heta niha gelek teqîn pêk anîne û di amedekariya teqînên xwekujiyê de bûn.
Vê şaneyê li xwe mukrhat ku ew girêdayî Rêjîma sûrî ne û bi fermana Mîta Tirk û Rêjîma sûrî van teqîna pêk tînin.
Şaneyên veşartî yên çeteyên DAIŞ’ê metirsiyê li ser jiyana civakê û aramiya herêmê çêdikin.
Ev şane di demên cuda cuda de teqîn li bajarê Qamişlo pêk anîn, di van teqînan de gelek şênî birîndar bûn û hatin kuştin.
Hêzên ewlekariya hundirîn jî li ser van şaneyan lêpirsînên berfireh dane destpêkirin.
Di encam de bi operasyonek hevbeş ya Hêzên Ewlekariya Hindirîn û Hêzên Taybet ên Antî Teror, hinek endamên şaneyên veşartî girtin.
Serçeteyên şaneyên veşartî Îbrahîm Husên Elmuhemed ku girêdayî hêza Dîfa Wetenî ya rejîma Sûrî ye û 7 hevalên wî yên êrîşkar hatin girtin.
Ev şaneya veşartî yên çeteyên DAIŞ’ê mukrhat ku wan rêzeteqîn li Qamişlo pêk anîne ji wan teqînan:
Teqîna wesayîta bombebarkirî ya li ber deriyê Asayîşa Giştî ya Qamişlo.
Teqandina mayînan di erebeyeke leşkerî û rêveberiya xweser û Hêzn parastina cewherî de bû.
Ev şane ji MÎT a Tirk, rejîma Sûrî û taybet ji çeteyên DAIŞ’ê ferman digrin da ku teqîna pêk bînin.
Her wiha palan û amadekirina teqîna li qadên kontrola Rêjîma sûrî pêk danîn.
Aramanca wan a yakane jî avakirina rewşa tirsê di herêma Rêveberiya Xweser de ye.
NAVÊN ENDAMÊN ŞANEYÊN VEŞARTÎ YÊN DAIŞ’Ê:
IBRAHÎM HUSÊN EL-MUHEMED
BERPIRSÊ GIŞTÎ YÊ VÊ ŞANEYA VEŞARTÎ YE
CASIM EHMED IBRAHÎM
BERPIRSÊ ANÎN Û DERBASKIRINA EREBEYÊN BOMBEBARKIRÎ YE
MUSTEFA ELÎ EL-MUHEMED
BERPIRSÊ TEVLÎKIRINA CIWANAN Û PÊKANÎNA ÊRÎŞAN
HEMZA EHMED HAC BEKRÎ
BERPIRSÊ BICIHKIRINA EREBEYÊN TEQEMENIYÊ LI CIHÊ ÊRÎŞÊ
HANÎ YÛSIF EL-BORESAN
BERPIRSÊ KEFIŞKIRINA CIHÊ ÊRÎŞÊ Û KIŞANDINA DÎMENÊ BÛYERÊ
ELÎ NASIR EL-HERC
HEVKARÊ HEMZA JI BO GIHANDINA EREBEYAN
EBIDELQADIR BEŞAR EL-SIÊDA
BERPIRSÊ ŞOPANDINA TEVGERA ASAYÎŞA HERÊMÊ
ELÎ XIDIR EL-BORESAN
BERPIRSÊ KIŞANDINA DÎMEN Û TEQÎNÊN JIDÛRVE
Pir balkêşe ku li herêmên wek Palmêra û Tedmûr hîn gelek şaneyên DAIŞ’ê hene.
Rihet rihet tevger dikin û hewildanên wan çê dibin ku li herêmên Reqa û Tebqa teqînan pêk bînin.
Desteya Parastinê hinek ji wan şaneyan girtin û wê di rojên pêş de eşkere bike..