Li Bajarê Makû yê Rojhilatê Kurdistanê Newroza îsal bi coş û kelecanekî mezin li ber stranên şoreşgerî hat pîroz kirin.
Tevî ewlekariyeke zêde jî, xelkê herêmê daketin qadan, agirê Newrozê vêxistin û Newroz pîroz kirin.
Hat gotin ku di pîrozbahiyê de hejmara zêde ya jinan bal bir ser xwe û li ber sirûdên “Şervano”, “Berxwedan Jiyane” û “Gerîla ha Gerîla” Newroz bi coş pîroz kirin.
Xelkê herikîn qadê, bi cil û bergên netewî û gelerî reng dan Newrozê.
Hat ragihandin ku di pîrozbahiya Newrozê de, Xwişka Zeyneb Celaliyan û xwişka Şîrîn Elem Holî amade bûn.