Nivîskar û lêkolîner Biradost Mîtanî diyar kir ku tunebûna ronakbîrîya Ocalan di çareserkirina krîzên Rojhilata Navîn de tê wateya berdewama şer û wêraniyê . Biradost got: Fikir û ramanên Ocalan kilîta çareseriya krîzên herêmê ne.
Nivîskar û lêkolîner Biradost Mîtanî derbarê tecrîda li ser Rêber Ocalan û rola Ocalan di çareserkirina pirsgirikên Rojhilata Navîn de ji Ajansa hawarê re axivî.
Biradost Mîtanî bal kişand ser sedema tecrîda li ser Rêber Ocalan û ev nirxandina kir:
Armanc ji tecrîdkirina Rêber Ocalan ew e ku fikra Ocalan negihêje tevahî Rojhilata Navîn.
Bi dîlgirtina Ocalan re kilîta çareseriya krîzên Rojhilata Navîn digirin.
Pergalên serdest naxwazin ewlehî û aştî li herêmên ku di nav şer de ye pêk were.
BIRADOST MÎTANÎ:
NEBÛNA OCALAN DI ÇARESERKIRINA NAKOKIYAN DE, TÊ WATEYA DEWAMIYA ŞER
Biradost Mîtanî balkişand li ser hêza çareseriyê ya Rêber Ocalan û wiha anî ziman:
Rêber Ocalan bi fikir û felsefeya xwe diyar dike ku ew hêza çareseriyê ye.
Ocalan her dem banga diyaloga li ser maseyê dike da ku bi vîneke xurt aloziyên herêmê çareser bike.
Nivîskar û lêkolîner Biradost Mîtanî nirxandina xwe wiha bi dawî kir:
Ji ber hêzên faşîzm fikir û felsefeya Rêber Ocalan ji gel qut bikin tecrîdê didomînin.
Lê Tinebûna Ocalan di çareseriya nakokiyan de tê wateya berdewamkirina şer.
Bi azadkirina Rêber Ocalan wê hemû kirîz û nakokiyên li Rojhilata Nvîn bên çareserkirin.