Mîhrîcana şehîd Yekta Herekol bi dayîna xelatan bi dawî bû

Mîhrîcana 6. a Şehîd Yekta Herekol 27ʹê Adarê bi dirûşma “Şano derbirîna mozayîka gelan e” dest pê kiribû. Mîhrîcan bi belavkirina xelatan li komên beşdar bi dawî bû.

Bi sedan şênî, hunermend, nûnerên rêxistinên sivîl û tevgerên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdarî mîhrîcanê bûn.

Destpêkê hevseroka Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamyayê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Sumeye Mihemed, mîhrîcan li Rêber Apo û şehîdên tevgera çand û hunerê pîroz kir.

Piştre hunermendan stran gotin û komên şano û dîlanê jî derketin ser dikê û hunerên xwe dan pêşandan.

Di mîhrîcanê de rapora komîteya nirxandinê ya der barê mîhrîcanê de hat xwendin.

Di dawiyê de Şanoya ʹKoça bazên bejahîʹ wek teksta herî baş hêjayê xelatê hat dîtin.

Xelata baştirîn ji bo lîstikvanê rola Dilcan Oso û baştirîn rol ji bo zarokê bi navê Mîran Elo, Sema Zîlan û Îzdîhar Tahir hatin dayîn.

Xelata baştirîn derhênerî jî bû para derhênerê lîstika ʹBiborînin Mem û Zînʹ, Mihyedîn Arslan û xelata baştirîn lîstik jî ji bo lîstika ʹBerf jî diêşeʹ hatin dayîn.

Her wiha komîteya nirxandin û temaşekirinê xelateke taybet da koma Kaya ya ji Rojhilatê Kurdistanê.

Back to top button