Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî sersala koça Pêxember pîroz kir û weke rojeke betlane diyar kir.
Rêveberiya Xweser derbarê mijarê de 2 biryarname derxistin.
Di biryarnameya yekemîn a hejmar /17/ de, Sersala Koça Pêxember wek betlana fermî ji hemû sazî û komîteyan re diyar kir.
Di biryarnameya duyem a hajmar /394/ de sersal li gelê Sûriyê û hemû cîhana îslamî û malbatên şehîdan pîroz kir û hêvî kir ku ewlehî û aştî li hemû Sûriyê pêk were.
Sersala koça pêxember roja Şemiyê 31`ê Tebaxê ye.