Çeteyekî DAIŞ’ê li Dêra Zorê hat girtin

Di operasyoneke ewlehiyê ya QSD’ê li gundewarê rojhilatê Dêrazorê de çeteyekê DAIŞ’ê hate girtin.

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di daxuyaniyekê de ku li ser malpera xwe ya fermî weşandiye ragihand ku hêzên wan ên taybet îro li devera di navbera bajarokên Bisêra û Şihêl ên gundewarê rojhilatê Dêrazorê de operasyoneke ewlehiyê pêk anîn.

Di daxuyaniyê de hate gotin, opersayon bi desteka hawayî ya Hêzên Koalîsyona Navneteweyî pêk hat û di encamê de endamekî şaneyeke DAIŞ’ê hate girtin û alav û belgeyên di dest wî de hatin desteserkirin.

Back to top button