Berya çend rojan şandeyeke wezareta karên derve a Kanadayê derbasî Rojava bû. Şandeya ku bi Komîteya Pêwendiyên Derve a Rêveberiya Xweser re hevdîtin pêk anî, 4 welatiyên xwe ên endamên DAIŞ’ê wergirtin. Wezareta Kanadayê ragihand ku yek ji wan yekser hatiye girtin û ji ber alîkarî û hevkariyê, malavahiya Rêveberiya Xweser kir.
Ji Adara sala 2019’an ve bi hezaran endamên malbatên DAIŞ’î li kampên Bakur û Rojhilatê Sûrî têne ragirtin.
Beşeke mezin ji wan biyanî ne.
Û tevî hemû bangên Rêveberiya Xweser jî heta niha hêzên cîhanî ti çare ji vê pirsgirêkê re peyda nekirin.
Heta niha hejmareke pir kêm a van DAIŞ’iyan ji aliyê hukûmetên wan ve hatine girtin.
Herî dawî şandeyeke payebilind a Kanadayê ji bo gotûbêjkirina meselê serdana Rojava kir.
Rayedarên Wezareta Karên Derve a Kanadayê, ji aliyê Navenda Pêwendiyan a Rêveberiya Xweser ve hatibû pêşwazîkirin.
Û di encama lihevkirina aliyan de, 4 welatiyên Kanada ên DAIŞ’î hatin radestkirin.
Kanada: Em malavahiya Rêveberiya Xweser dikin
Rêveberiya Polîsan a Kanadayê eşkere kir ku yek ji DAIŞ’iyê vegeriyayî jina binavê Umeyma Şewaî yekser li balafirgehê hatiye girtin.
Şewaî bi tevlîbûna êrişên terorîstî yên çeteyên DAIŞ’ê tê tawanbarkirin.
Wezareta Karen Derve a Kanadayê diyar kir ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî bi wan re bûye alîkar.
Serokwezîrê Welat Justîn Trudeau jî ragihand ku her çi kesê pêwendiya wî li gel terora DAIŞ’ê hebe ew ê were dadgehkirin.