Navenda Lêkolînên Jineolojiyê ya Helebê, bi boneya salvegera 2’emîn a vekirina navenda xwe, civînek lidar xist.
Civîn li taxa ŞêxMeqsûd ya Helebê bi beşdariya bi dehan jinên ciwan, endamên meclisê, komîn û partiyên siyasî hate lidarxistin.
Di civînê de encamnameyên navendê yên 2022’an hatin nîqaşkirin û perwerde hatin nirxandin.
Di civînê de berdevka Navenda Lêkolînên Jineolojiyê ya Helebê Rojiyan Hisên axivî û diyar kir ku ew dixwazin zanista jinelojiyê belav bikin.
Rojiyan da zanîn ku rêber Ocelan xwest pirsgirêkên civakê bi rêya 9 bendên jinelojiyê werin çareserkirin û got:
“Ji lewre di 2008’an de cara yekemîn di parêznameya xwe de bi bîr xistin.
Piştî vekirina navendê me gelek destkeft pêk anîn û pişt re êdî jinelojî bû waneyeke fermî li hemû saziyan.
Piştî axaftinan deriyê nîqaşê vebû.