Danişîna doza Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattin Demirtaş li 19’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê pêk hat. Heyeta dadgehê bi yekdengî biryara berdana Demîrtaş da. Lê ji ber 4 sal û 8 meh cezayê Demîrtaş heye niha nayê berdan.
11’emîn danişîna doza Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş, li 19’emîn Dadgeha Cezayê Giran a li Kampusa Girtîgeha Sîncanê pêk hat.
Demirtaş û parêzerê wî amade nebûn.
Heyeta dadgehê Selehattîn Demîrtaş ê ji dozeke di derbarê wî de dihate darezandin, bi biryareke giştî berda.
Parêzerê Selahattin Demirtaş Ramazan Demir, li ser hesabê twitterê agahî parve kir û got:
“Demirtaş ji doza jê hatiye girtin tê darizandin bi yek dengî hat berdan.
Biryar di danişîna ku Demirtaş û parêzerê wî têde ne amade bûn dan.
Lê ji ber ku di dozên cûdan de der barê Demirtaş de 4 sal û 8 meh ceza hatiye erêkirin, Demîrtaş wê niha neyê berdan.