Enqere pêşiya du çavdêrên ku ji bo şopandina hilbijartinên 14’ê Gulanê hatibûn erkdarkirin, girt. Rêxistina Hevkarî û Geşedana Aborî bertek nîşanî vê yekê da.
Di daxuyaniya nivîskî de ev tişt hate gotin:
“Ev tedbîrê ku dibe bandoreke neyînî li xebatên mîsyona çavdêriyê ya navneteweyî bike, me xemgîn kir.”
Destûr nehat dayîn ku Parlementerê Tifaqa Sor-Kesk a Danîmarkayê Soren Sondergaard û Parlementerê Demokratên Sosyal a Swêdê Kadîr Kasirga biçin Enqereyê.
Parlementer Sondergaard hefteya borî di daxuyaniyekê de ragihandibû ku bi hinceta ku wî berê serdana QSD’ê kiriye, Enqreyê pêşiya wî girtiye.
Sondergaard wiha gotibû:
“Raste ku ez çûme serdana QSD’ê ku li dijî DAIŞ’ê şer dike û ji vê serdanê serbilind im.”
Parlementera Danîmarkî diyar kir ku Rêxistina Hevkarî û Geşedana Aborî OCED’ê bi awayekî fermî giliyê Enqereyê kiriye û got:
“Ev yek nîşan dide ku ji niha ve, dixwazin hilbijartinan bixin bin kontrola xwe.”
Li Qersê bi hezaran di mîtînga Partiya Çepên Kesk de hatin bahev