Serokê YSK’ê Ahmet Yener cara ewil têkildarî rêjeya dengan ên namzetên serokkomaran daxuyanî da.
Serokê Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) Ahmet Yener têkildarî rêjeya hilbijartina serokkomariyê daxuyanî da û got:
“Heta niha bi giştî ji sedî 91,85’ê dengan hatine vekirin.
94,68 % sindoqên hundirê welat hatine vekirin..
36,85 % sindoqên derveyî welat hatine vekirin.
Li gorî vê yekê:
Recep Tayyip Erdogan: % 49.49
Kemal Kiliçdaroglu: % 44.79
Sinan Ogan: % 5.29
Muharrem Înce: % 0.43
Bi domdarî Yener têkildarî hilbijartina parlamenteran jî ev daneye parve kir:
“Heta niha ji Tifaqa Cumhur AKP’ê, MHP’ê, Partiya Yenîden Refahê û BBP’ê;
Ji Tifaqa Milet CHP’ê, Partiya Îyî; ji Tifaqa Ked û Azadiyê jî Partiya Çepên Kesk û TÎP’ê benda ji sedî 7 derbas kirin.”