LI MÛŞÊ ERKA 7 HDP’YAN HAT DEASTESERKIRIN

Hikumeta Tirkiyê biryar da ku li Meclisa Giştî ya Mûşê ji nav 14 HDP’iyan erka 7 kesan were desteserkirin.

 

Bi fermana Wezareta Karê Hundir peywira HDP’yiyan hat desteserkirin.

Di Meclîsa Giştî ya Mûşê de endamên HDP’ê zêdetir bûn.

Bi vê biryarê re ji nav 14 endaman, peywira 7 kesan hat desteserkirin.

Di Meclîsa Giştî ya Bajêr a Mûşê de 14 endamên HDP’yî, 8 AKP’yî û endamekî MHP’ê hebû.

Parlementera HDP’ê ya Mûşê Şevîn Coş-kûn nerazîbûn nîşanî biryarê da û got

Tifaqa AKP-MHP’ê di hilbijartina 31’ê Adarê û 23’ê Hezîranê li Stenbolê têk çû, lewma êrîşî partiya me dike.

Niha jî ji ber ku di meclîsên giştî yên bajar de endamên partiya me zêde ne, li Mûşê endamên me ji peywira wan dûr xistin.

Ev biryar domandina darbeya siyasî ye.

Li hemberî vê desteserkirinê em ê heta dawiyê li ber xwe bidin.

Leave a Reply

Back to top button