Wezîrê Navxweyî yê desthilatdariya faşîst a AKP/MHP’ê Suleyman Soylu, îdîa kir ku Helep sînorê wan ê Misakî Millî ye, ew ê mafê welatîbûnê bidin kesên li vir û xeta Suriye-Iraqê bigirin.
Suleyman Soylu ku beşdarî bernameya televîzyonek Tirkiyeyê bû, planên xwe yên qirêj yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî û Rêveberiya Xweser jî careke din anî ziman.
Soylu careke din nîşan da ku hemû hedefa wan tunekirina Tevgera Azadiya Kurdistanê.
Li gorî Soylu bajarê Helebê di nava sînorê wan ê Misakî Millî de ye, Soylu planên xwe yên qirêj û hedefa xwe ya piştî hilbijartinê bi van gotinan anî ziman:
“Heleb sînorê me yê Misakî Milî ye, ev însanên me ne.
Pêvajo veguheriye astek wisa ku em êdî wan dikin hemwelatî.
Ew birayên me ne. Em ê xeta Suriye-Iraqê paqij bikin, ji Amerîka û terorîstan re nahêlin. Înşallah erdogna serbikeve emê piştî hilbijartinê sînorê xwe bigrin.”