Lavrov: Ti pirsgirêk nîne eger li Idlibê şerê terorê bê kirin

Di navbera Tirkiye û Rûsyayê de krîzekê xwe daye der..

Vê krîzê hiştiye her du alî zimanê gefxwarinê li hev tûj bikin..

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov dibêje li Sûriyê tenê Idlib maye.. ew jî baregeheke terorê ye

Sergey Lavrov got li Sûriyê cihê ku teror lê maye tenê Idlib e..

Lavrov eşkere kir ku li Idlibê baregehên leşkerî yên Rûsya û hikûmeta Şamê tên armanckirin..

Lavrov bal kişand ser dewleta Tirk û anî ziman ku ew ê nehêlin kes êrişî wan bikin..

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov got:

“Ti pirsgirêk li bal me nîne eger li Idlibê şerê terorê bê kirin.”

Back to top button