Efrin-Dagirkeriya Tirkiyê 2 welatiyên ji navçeya Cindirêsê revandin.
Tora Çalakvanên Efîrnê ragihand ku Istixbarata Tirkiyê û çeteyên polîsa Leşkerî li navçeya Cindirêsê 2 welatî revandin.
li gorî Torê navê kesên hatine revandin wiha ye::
Nûrî Erebo û Sibhî Mîro ye.
Hate diyarkirin ku Nûrî û Sibhî bi hinceta ku berê di saziyên Rêveberiya Xweser de kar dikirin hatin girtin.
Dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrîna dagirkirî bi van hincetên derew, welatiyan direvînin da ku fidyeyê ji xizmên wan bistînin.