Şêniyên Reqayê di merasîma oxirkirina cenazeyê şervanê QSD’ê Mihemed Hesrem de gotin: “Emê li hember terorê bisekinin û heta dawiyê li ber xwe bidin.
Merasîma oxirkirina şervanê QSD’ê Mihemed Hesrem li goristana şehîdan a gundê Hikumiye li dar ket.
Di merasîmê de, kesên axivîn sersaxî xwestin û ev tişt gotin:
Em îro, cenazeyê şehîd Mihemed Hesrem piştî dîrokeke demdirêj a berxwedan û têkoşînê di oxirê şoreşê de, oxir dikin.
Şehîd Mihemed ji bo rizgarkirina herêmê ji terora DAIŞ’ê 3 zarokên xwe kir qurban.
Em ji Erdogan û çeteyên wî re dibêjin ku balafir û top-avêjên we, me natirsînin. Em ê li hember terora we bisekinin û heta dawiyê şer bikin.
Di axaftinan de, daxwaza cezakirina çeteyên DAIŞ’ê û hevalbendên wan hat kirin.
Piştî axaftinan nasnameya şehîd hat xwend û radestî malbatê kir.
Dawiyê cenazeyê şehîd nav tilîliyên dayîkan de hat veşartin.