Çeteyên dewleta Tirk a dagirker duh jinek jî di nav de bi giştî 6 şênî ji navçeyên Şiyê û Cindirêsê yên Efrînê revandin.
Çeteyên Tirkiyê yên bi navê El-Hemzat Êzidî bi navê Êzdîxan Arif Hiso yê 32 salî ji gundê Feqîra yê Cindirêsê revandin.
Çeteyên bi navê Ehrar El-Şerqiye jî şêniya bi navê Sîran Mistefa Reşîd û Bawer Xelîl Cindo yên ji gundê Meskê yê heman navçeyê revandin.
Li navçeya Şiyê jî, çeteyên bi navê Sultan Selman Şah ku bi navê (El-Emşat) têne naskirin, sivîlê bi navê Elî Arif Hemîd ê ji gundê Çiqilê, revandin.
Ji heman navçeyê Ismaîl Kor Seydo û endizyar Ehmed Mixtar Seydo ji aliyê çeteyên Muntesêr Billah ve hatin revandin.