Şêniyên navçeya Til Temir cenazeyê şehîd Bitrus Îşo li goristana şehîdên Aşûrî ya li gundê Til Şinan a navçeyê oxir kir
Şervanê Hêzên Meclisa Heres Xabûr a Aşûrî Bitrus Îşo bi nasnav Îşliyo dema erka xwe ya leşkerî pêk dianî li gundê Til Werdiyat ê navçeya Til Temirê şehîd bû.
Şêniyên navçeya Til Temir ji bo oxir kirina cenazeyê şehîd li li hola dêra El-Qedîsa kom bûn û merasîmekê li dar xist.
Di merasîmê de keşe Otonyos El-Heno axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest.
Her wiha ji fermandarên Meclisa Heres Xabûr Madlîn Xemîs axivî û hemû şehîdên ku ji bo parastina axa xwe canê xwe feda kirine, bi bîr anî.
Di dawiyê de cenazeyê şehîd Bitrus Îşo li goristana şehîdan a li gundê Til Şinan hat oxirkirin.