Kongra Star destnîşan kir ku ew ê bi dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” bibin şopdarên xeta Şehîd zilan(Zeyneb Kinaci).
Meclisa Kongra Star bi boneya salvegera 27`an a şehadeta pêşenga xeta azadiya jin, Zeyneb Kinaci Zîlan daxuyaniyek nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de şehîd Zîlan û hemû şehîdên têkoşîna azadiyê hatin bibîranîn û soza şopandina rêya wan hat dayîn.
Di berdewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku şehîd Zîlan bi çalakiya xwe bûye qêrîna jinên ku ji bo jiyan û welatê xwe têkoşiyane.
Meclisê diyarkir ku şehîd Zîlan felsefeya Rêber Apo raxistiye ber çavan, lewma îro bi hezaran keç û xort wê ji xwe wekî meşaleya azadiyê dibînin.
Di dawiya daxuyaniyê de Kongra Star ewê li ser xeta şehîd Zîlan heta dawiyê bimeşin.