Hikumeta Şamê karê kenala BBC li Sûriyê da rawestandin.
Wezareta Ragihandinê ya hikumeta Şamê ragihand, karê nûçegihan û kemîrevanên kenala BBC li herêmên hikumeta Şamê tên rawestandin û wiha got:
“Ji destpêka aloziya li Sûriyê ve, vê kenalê agahî û raporên dûrî rastiyê belav dikirin.
Tevî çend caran hatin hişyarkirin jî, lê kenalê ev yek berdewam kir.
Li ser vê yekê, ruxsetên nûçegihan û kamîrevanê kenalê, her wiha ya nûçegihanê radyoyê jî hatin kişandin.
Biryara hikumeta Şamê, piştî lêpirsînên BBC, yên derbarê girêdana bazirganiya kîptagonê bi malbata Beşar Esed re, pêk hat.