Insiyatîfa Sûrî ya Azadî ji Rêber Abdullah Ocalan re li taxa Şêx Meqsûdê beşekî xwe vekir.
Di çalakiyan vekirinê de endamên saziyên sivîl û leşkerî, partiyên siyasî û şêx û rûspiyên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê amade bûn.
Li ser navê Insiyatîfê Amna Xidiro axivî û got: “Hemû pêkhateyên Helebê bi têkoşîn û berpirsyariya xwe ku rêbertî li gel wan çand hişt ku niha bi hev re bijîn.”
Parêzer Elai El Dîn jî vikirina navendê pîroz kir û pişt re bi destê dayika şehîd Hemûdî Emîne Esaf deriyê navendê hate vekirin.