Îsraîlê careke din bi dijwarî êrişî Paytexta Sûriyê Şamê kir.
Îsraîlê nuqteyên çekdarên Îranê ên li Şamê bombebaran kir.
Di êrişê de, 4 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin.
Şevê din Israîlê hin baregehên leşkerî li derdora Şamê bi moşekan bombebaran kir.
Wezareta Parastinê ya Hikûmeta Şamê ragihand ku di encama êrişê de, 4 leşkerên wan hatine kuştin û ziyanên madî çêbûne.
Tevî Pargela Parastina esmanî ya Hikumeta Şamê hinek mûşek bêdandor kirin jî, lê nekarî bi tevahî moşekan rawestîne.
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê da zanîn ku nuqete û depoyên çekan ên çekdarên Îranê yên li balafirgeha Şamê û herêmên rojavayî Şamê bûn armanca êrişan.
“Di êrişa li Şamê de 6 kes hatin kuştin”
Çavdêriyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku di encama êrişê de 6 kes hatin kuştin.
Li gor çavdêriyê ji wan 4 leşkerên hikûmeta Şamê û 2 jî nasnameya wan nehatiye zanîn.
Her wih 7 kes jî birîndar bûne.
19’ê Tîrmehê jî di êrişeke Îsraîlê de, 3 leşkerên li derdora Şamê hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn.