Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov ragihand ku rejîma Sûrî bi piştevaniya Rûsyayê binpêkirina agirbesta yekalî dewam dike û hêrêm ”Bêçek” topbaran dike.
Ev 9 roj in rejîm bejahiya Kebaneyê li gundewarê Lazqiyê bombebaran dike.
Her wiha, rejîmê gundewarê Idlibê yê başûr û başûr-rojhilat jî bombebaran kirin.
LI GUNDEWARÊ HEMAYÊ 3 LEŞKERÊN REJÎMÊ HATIN KUŞTIN
Li aliyekî din Çavdêriyê destnîşan kir ku li bejahiya gundewarê Hemayê mayînek bi leşkerên rejîmê ve teqiya.
Di encam de 3 leşkerên rejîmê hatin kuştin.