Endamên TCŞ’ê ji bo balê bikişînin li ser tecrîda mutleq a li dijî Rêberê Apo li bajarê Bîel ê standa agahdarkirinê danîn.
Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) ji bo balê bikişînin li ser tecrîda mutleq a li dijî Rêberê Apo li bajarê Bîel ê Swîsreyê standa agahdarkirinê danîn.
Di standê de pirtûkên Rêber Apo ên bi Almanî, Îngîlîzî û Fransî hatin belavkirin.
Swîsreyiyên ku hatin li ber standê diyar kirin ku tecrîd ne mirovane ye û divê demildest bê rakirin.
Ciwanan jî diyar kirin ku heta azadiya fîzîkî a rêber Apo ew ê têkoşînê mezin bikin û îdeolojiya wî li hemû cîhanê bidin nasîn.