Şandeyek ji rûspî û serokeşîrên civaka Êzidî bi pêşengiya Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê serdana Bexda kirin.
Duh li paytexta Iraqê şandeya rûspî û serokeşîrên civaka Êzidî bi parlamenter û Serokê Tvgera Aşuriya Demokratîk Yanadim Kena û parlamenter Ehmed Medlol Al Cerba re civiya.
Li gorî agahiyên ku endamên şandeyê dane, di hevdîtinê de rewşa Iraq û bi taybet jî rewşa Şengalê hate gotubêjkirin.
Parlamanteran jî soz dane ku ew ê ji bo başkirina rewşa Şengalê kar û xebat bikin.
Di bernameya şandeyê de plan hebû ku hevdîtinên xwe berdewam bikin, lê ji ber sedema rewşa ne ewle ya li Bexdayê hevdîtin hatina paşxistin.