SerokWezîrê Yûnanistanê ragihand ku dewleta Tirk kirîza koçber ji bo berjewendiyên xwe bikar tîne û divê sînorê dewleta Tirk bê kontrolkirin.
Serokwezîrê Yûnanistanê Kiryakos Mîtsotakîs di axaftineke xwe ya li pêşiya parlementoya Yûnanistanê got:
Divê Tirkiyê sînorê xwe kontrol bike û van penaberan ji bo berjewendiyên xwe yên takekesî bkira neyîne.
Mîtsotakîs tekez kir ku dewleta Tirk penaber kirine qaxezek û vê qaxezê li gorî berjewendiyên xwe yên ciyosyasî bikar tîne.
Serokkomarê Tirkiyê Erdogan beriya niha gef li Ewropayê xwaribûn ku eger herêmek bi navê ”Ewle” li Bakur û Rojhilatê Sûrî ava neke ew ê sînorê xwe li ber penaberan veke.
Li dijî gefa Erdogan dîsan Serokwezîrê Yûnanê tekez kiribû ku Erdogan penaber ji xwe re kirine buhane ji bo piştgiriya Ewropa bidest bixe.