Li Zap, Avaşîn û Metînayê gerîlayên HPG û YJA Starê li arteşa Tirk a dagirker dan.
Di encama derbên gerlîyan de 8 leşkerên dagirker hatin cezakirin.
Dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê û êrişên wan ên qirkeriyê dewam dike.
Li dijî vê yekê gerîlayên HPG û YJA Starê berxwedaniyek bêhemapa raber dike.
Têkildarî vê yekê Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyek da.
HPG’ê ragihand ku hêzên wan li Zap, Avaşîn û Metînayê li dagirkeran dan û ev agahî parve kir:
“Li herêma Avaşînê, 26’ê Tebaxê hêzên gerîlayan bi çalakiya sekvaniyê dagirkerek ceza kirin.
Li herêma Metînayê jî hêzên YJA Starê, li dijî dagirkerên ku di nava liv û tevgerê de bûn çalakiyeke bi sabotajê hate kirin.
Di encamê de 3 dagirker hatin cezakirin.
Li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl jî heman rojê gerîlayan derbên giran li arteşa Tirk dan.
Grîlayên HPG û YJA Starêbi çalakiyên cuda 4 caran li arteşa Tirk a dagirker dan.
Li vir jî di encama çalakiyan de 4 leşkerên dagirker hatin cezakirin
Her wiha derb li 3 çeperên dagirkeran jî hate xistin.
HPG: Herêma Garê 2 caran bi balafirên şer hate bombekirin
Derbarê êrişên arteşa dewleta Tirk a dagirker jî HPG di dawiyê de got:
25’ê Tebaxê li qada Kanîsarkê ya Garê 2 caran bi balafirên şer hate bombekirin.