KCD: Li dijî şer dengê xwe bilind bikin

Kongreya Civaka Demokratîk KCD’ê bi boneya salvegera 9’ê Cotmehê ku Rêber Ocalan ji Sûriyeyê hat derxistin daxuyanî da û ev komplo şermezar kir.

KCD’ê di daxuyaniya xwe de wiha got:

Komploya navdewletî salek din li pey xwe hişt.

Ev komplo bi qasî ku ji bo gelên kurd û tirk bi hev bidin şerkirin û kirinên xwe yên qirêj û tarî pêk bînin; bi vê komployê pêşeroja gelên Rojhilata Navîn jî hedef hat girtin.

Bûyerên îro van pêşdîtinan piştrast dike.”

KCD’ê, destnişan kir ku gelê Kurd wekî duh dê îro jî li hemû qadan li hemberî înkarkirin, dagirkirin û komployê têkoşîna xwe berdewam bike.

KCD’ê bang li her kesî kir ku li dijî şer dengê xwe bilind bikin û wiha bi dawî kir:

Ji bo vala derxistina hewla dagirkirina Herêma Bakur û Rojhilatê Sûrî em di serî de bang li gelê Kurd ên li 4 beşên Kurdistanê, Raya Giştî ya Cîhanê, Tirkiye, Suriye dikin ku bi gelê Sûriyê re di nava piştevaniyê de bin û li hemberî şer dengê xwe bilind bikin.”

Leave a Reply

Back to top button