Ev 30 mehe agahî ji Rêber Apo nayê girtin û dagirkeriya Tirkiyê tecrîda li dijî wî girantir dike.
Parêzerên herêmê destnîşan kirin ku tecrîda li ser Rêber Apo hemû qanûnên navneteweyî binpê dike.
Parêzerê Rêber Ebdullah Ocelan Mihemed El Tayih got:
“Armanca dewleta Tirk ji tecrîdê ew e ku rê li ber fikrê Rêber Abdullah Ocalan bigire.
Bêdengiya Neteweyên Yekbûyî cihê şermê ye .”
Mihemed ramana Rêber Abdullah Ocalan, wek ronahiyê bi nav kir.
Her wiha parêzer Ebdullah El Eryan bang li NY’ê kir ku dewletên li dijî sîstema navneteweyî kar dikin ceza bike.