Hêzên Rizgariya Efrînê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan li Şehbayê çalakî kirine, 2 fermandarên artêşa Tirk û 3 çete wê hatine kuştin.
HRE di daxuyaniya xwe de wiha gotin:
10″ê Cotmehê li gundê Meryemin ê girêdayî navçeya Şera bi şev hêzên me çalakiyeke sabotajê li dijî artêşa Tirk a dagirke û çeteyên wê li dar xist.
Di encamê de 2 çete hatin kuştin
Di heman rojê de li gundê Jarez ê girêdayî herêma Ezazê hêzên me li dijî berpirsên çeteyên Polîsên Leşkeri û qaşo endamên konseya ewlehiyê çalakiyeke sabotajê li dar xist. Di encamê de çeteyek hat kuştin.
10’ê Cotmehê li gundê Til Medîq û Semûqa bi şev hêzên me 2 çalakî li dijî baregehên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dar xistin.
Di encamê de 2 fermandarên artêşa Tirk hatin kuştin her wiha obuseke artêşa Tirk hat rûxandin.
Li gundê Til Malid ê girêdayî bajarê Mare li dijî barageheke artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hêzên me çalakiyeke sabotajê li dar xist.