Ev teqîn bi rêya erebeyeke bombebarkirî li taxa Xerbî li Kolana Munîr Hebîb a bajarê Qamişlo pêk hat.
Di encamê de, 3 kesan jiyana xwe ji dest da, gelek jî birîndar bûn.
Navên hinek birîndarên ku me bi dest xistine ev in:
Îbrahîm Xemrî
Mihemed Elî Mihemed Omerî
Aras Hemo
Kawa Hemo
Îmad Fêsel
Teqîn li nêzî Xwaringeha Omerî çêbû.
Li gorî çavkaniyên ewlehiyê, teqîn ji aliyê şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê ve pêk hatiye.
Ji aliyê xwe ve jî, nexweşxaneya Ferman a Qamişlo daxwaza xwînê ji hemû cureyan kir.