Êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmê û gelên wê didome.
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi beriya saetekî gundê Medonê kir armanca êrişan.
Hate ragihandin herêm bi dijwarî hate topbarankirin.
Doh jî artêşa dagirker sawamayê genim yên gundê Um El-Kêf yê girêdayî navçeya Til temir topbaran kiribû.
Di encama topbaranê de zirarên madî gihîşt sawamayê genim.
Her wiha heman rojê bi obîs û hawanan êrişî gundê Mihsenlî yê Minbicê kir.
Di encama topbaranê de ziyanên madî gihîşt erd û zeviyên şêniyên gund.
Meclisa Leşkerî ya Minbicê bersiva êrişan dabû û di encam de çeteyek hatibû kuştin.