Rewşenbîr, nivîskar û komeleyan êriş û kiryarên dewleta Tirk a dagirker yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir û got: Divê civaka navneteweyî bi berpirsyariya xwe rabe û rê li ber êriş û binpêkirinên dewleta Tirk bigire.
Rewşenbîr, nivîskar û komeleyên çandî têkildarî êriş û binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker yên li ser herêmê, li ber avahiya Komîseriya Bilind a NY ya li Qamişlo daxuyanî dan.
Saziyan di daxuyaniya xwe de îşaret bi sûcên dewleta Tirk a dagirker kirin û wiha hat gotin:
“Dewleta tirk bi sed-hezaran xelkê resen neçarî koçberiyê kiriye, ava vexwarinê ji ser zêdetirî milyonek kesî biriye.
Desteserkirina avê û bikaranîn wê weke çekekê li hember vîna gelên deverê, sûc e.
Dagirkeriya tirk xwezayê talan dike, daran dişewitîne û aboriya civakî bi giştî tehdît dike.”
Di daxuyaniyê de saziyan bal kişande li ser êrişên domdar û wiha hat dewam kirin:
“Êrişên bi balafirên bêmirov û hedefgiritina sivîlan metirsieke mezin li ser gelên herêmê çêdike.
Lewra berpirsyariya civaka navnetewî ye ku daxwazê ji Tirkiyê bike ku hêzên xwe yên leşkerî ji Sûriyê vekişîne.
Dewleta Tirk a dagirker peymanan binpê dike û piştgiriya terorîstan dike.
Berdewamiya vê siyaseta hovane û dubarekirina êrişên wê yên li dijî sivîlan, binpêkirina zagonên NY ye.”
Rewşenbîran bang li welatên endamên NY, Konseya Ewlehiyê û rêxistinên mafên mirovan kir ku rê li ber sûcên dewleta Tirk a dagirker bigirin.