KCK’ê û PAJK’ê bi daxuyaniyan di salvegera 25’an de komploya navnetewî a li dijî Rêber Apo şermezarkirin û wiha gotin, “Ji bo bi dawîkirina komploya navneteweyî, şikandina tecrîdê û pêkanîna azadiya Rêber Apo divê gelê Kurdistanê û dostên xwe têkoşînê mezin bikin.”
Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê (PAJK) jî bi heman armancê daxuyanî da û hêzên komploger şermezarkir.
PAJK’ê bal kişande li ser têkoşîna ku Rêber Apo 25 sal in li dijî komployê dimeşîne û wiha got,
“Hêzên komploger, ji bo serkeftina komployê ev 25 salin dixebitin. Zagonên taybet û pêkanînên li Îmraliyê bi agahî û erêkirina van hêzan tê pêk anîn.”
PAJK’ê bang li jin û ciwan Kurd ên li Ewropa, hêzên demokrasiyê kir ku li dijî sazî, endamên YE û CPT ji bo ku bi erka xwe rabin, divê têkoşîna xwe bilind bikin û wiha bi dawî kir,
“Di serî de em jinên Kurd, ciwan û gel li dijî tecrîdê, komployê û ji bo azadiya Rêber Apo rabin ser pêyan.”