Li Tebqayê kongreya 3. a Yekitiya Mamosteyan hate lidarxistin.
Li Reqayê jî dibistana Reşîd jinûve hat vekirin.
Kongreya 3’yan a Yekitiya Mamosteyan a Tebqayê bi diruşma ‘Bi mamosteyan em ê bi gavên sabit ber bi pêşerojeke baş bimeşin’ hate lidarxistin.
Bi dehan mamoste, endamên saziyên sivîl û Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya beşdarî kongreyê bûn.
Di kongreyê de, rapora rêxistinî ya Yekitiya Mamosteyan a 2022-2023’yan hate xwendin û li ser rewşa başkirina perwerdê niqaş hatin kirin.
Di kongreyê de Mihemed Faris û Hîbe Ebduletîf weke hevserok hatin hilbijartin.
Li Reqayê dibistana Reşîd careke din deriyê xwe vekir
Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Reqayê jî dibistana Reşîd a qonaxa amadehî bi merasîmekê vekir.
Di merasîmê de cîgirê Desteya Hevserokatiya Meclisa Sivîl a Reqayê Ebduselam Hemsork axivî û got.
“Ev dibistan semboleke taybet ya Reqayê ye.”
Berdevkê Dibistana Reşîd Îbrahîm El Neîmî jî got, “Wê ev dibistan bibe modeleke azadî, perwerde û exlaqê.”
Dibistana Reşîd yek ji dibistanên pêşîn e ku li Reqayê hatiye avakirin, di dema serweriya DAIŞ’ê li bajêr (2014) hatibû wêrankirin.