Bi dirûşma “Bi keda mamosteyan em ê mirov û civakeke azad bigihînin” 2’yemîn Kongreya Yekitiya Mamosteyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Hesekê dest pê kir.
Di kongreyê de 150 mamoste, hevserokên TEV-DEM′ê û cîgira Desteya Perwerde û Fêrkirinê beşdar bûn.
Hevserokê TEV-DEM′ê Xerîb Hiso lidarxistina kongreyê pîroz kir û ev tişt anî ziman:
“Mamoste kedên mezin di oxira parastina nirx, dîrok û civakan de didin û ew bingeha avakirinê ne.
Mamosteyan li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê destkeftiyên mezin pêk anîn.
Xerîb Hiso bi domdarî bal kişande li ser êrişên li dijî herêmê û bandora li ser xwendinê û got:
Erişên dewleta Tirkiyê a dagirker ên li ser herêmê bandoreke neyînî li ser rewşa perwerde dike.
Cîgira hevserokatiya Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dîlber Yûsif jî axivî û wiha got :
“Lidarxistina vê kongreyê û di van rewşên zehmet de peyameke girîng e ku em ji dev têkoşîna xwe û xebatan xwe bernadin.
Kongre bi xwendina rapora yekitiyê ya 2 salan û nîqaşkirina û hilbijartina hevserokatiya yekitiyê wê dewam bike.