Misir careke din li dijî êrîşên dewleta tirk a dagirker yê li ser Bakur û Rojhilatê Sûrî nerazîbûn nîşan da û ev êrîş weke binpêkirinên zagonên navdewletî pênase kir.
Wezîrê Karên Derve yê Misrê Sameh Şukrî di axaftina xwe ya di lûtkeya 18`emîn a serokên dewlet û hikûmetên endam ên Tevgera Edim El-Enhiyaz ku li Bako hatiye lidarxistin li dijî êrîşên dagirker yên dewleta Tirk nerazîbûn nîşan da.
Wezîrê Misrê bang kir ku dewleta Tirk êrîşan rawestîne û hêzên xwe yên li herêmê vekişîne.
Şukrî îşaret bi girîngiya destpêkirina çareseriya siyasî û pêkanîna biryara meclisa ewlehiyê ya 2254 kir û got:
Dewleta tirk bi êrîşên xwe zagonên navdewletî binpê dike.