Di êrişên doh yên dewleta Tirk ya qirker de, 2 welatî şehîd bûn û 5 jî birîndar bûn.
Ev encama êrişên dagirkeriya Tirk, ji aliyê rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê ve hat eşkere kirin.
Malbatên Şehîdan jî nerazîbûn nîşan dan û gotin,
Hewldanên dewleta Tirk têk çûne, wê têk biçin.
Meclisa Malbatên Şehîdan ya navçeya Girkê Legê bi daxuyaniyekê êriş şermezar kirin û ev tişt got:
Dewleta Tirk a dagirker bi êrişên xwe yên hovane hewl dide îradeya vî gelî têk bibe da ku dest ji tekoşîn û axa xwe berde.
Ev hewldan têk çûne, dê têk biçin.
Xelkê Girkê Legê anî ziman ku divê dewleta Tirk a dagirker bizane ku em ê dev ji têkoşîn û projeya xwe ya demokratîk bernedin.
Dewleta Tirk a qirker destpêka meha Cotmeha bohirî jî pêla êrişan dabû destpêkirin.
Dewleta Tirk stasyonên kehrebeyê, nuqteyên petrolê û navendên tenduristiyê, derdora kampan û bi dehan gundên sivîlan bombebaran kirin.
Wê demê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê encama êrişên 5’ê Cotmehê heta 10’ê Cotmeha 2023’an eşker kir.
Li gorî Rêveberiyê, 224 cih bi 304 êrişên hewayî û bejayî bûn hedefa êrişan.
Di encama wan êrişan de 47 welatî şehîd bûbûn.