17 partiyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûrî derbarê êrîşên dagirkeriya Tirk li ser Bakur û rojhilatê Sûrî de daxuyaniyek hevpeş dan.
Partiyan bang li civaka navdewletî û rêjîma Sûriyê kir ku helwestên xwe derbarê êrîşên dagirkeriya Tirkiyê de diyar bikin û parastina aramiya herêmê bikin.
17 partî û tevgerên siyasî yên Bakurê û Rojhilatê Sûrî der barê êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser Bakurê Sûrî de daxuyaniyek hevbeş ji raya giştî re dan.
Daxuyanî ji aliyê endamê Partiya Muhafizîn a Demokratîk Ednan Izo ve, li pêşiya Navenda Têkiliyên Doplomatîk a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) hate xwendin.
Di daxuyaniya 17 partiyan de weha tê gotin:
“Di vê demê de ku xebatên navdewletî çareseriyek ji aloziya Sûriyê re dîtin, êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde bûn.
Gefên li ser herêmê bi serkeftinên hemleya Bagera Cizîrê re bi serkêşiya QSD`ê li dijî komên terorîst li baregehên wan ên dawîn li Dêrazorê zêde bûn.
Tirkiye bi vê yekê dixwaze çareseriya siyasî li Sûriyê asteng bike û alîkariya çeteyan bike.”
Partiyan bang li hemû gel kir ku bibin yek, li dijî êrîş û gefên li ser herêmê bisekinin û parastina destkeftiyên xwe bikin.
Bang li civaka navdewletî kirin ku li dijî kiryarên Tirkiyê û siyaseta wê ku dixwaze aramiya herêmê tevlihev bike, helwesta xwe diyar bikin û parastina aramî û ewlehiya herêmê bikin da ku çareseriyeke siyasî ji Sûriyê re peyda bikin.
Her wiha gotin, divê rêjîma Sûriyê jî berpirsyariya xwe diyar bike.