Li Mexmûrê çalakiya nobetê a ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam dike.
Çalakvanên nobetê ya koma 28’an destnîşan kirin ku divê tecrîda girankirî were şîkandin û gotin: “Divê em ji pêngava ku ji bo azadiya fîzîkî a Rêber Apo hatiye destpêkirin xudî derkevin.”
Çalakvan Leyla Hilalî destnîşan kir ku pêwîste demil dest tecrîda girankirî were şîkandin û got:
“Êdî dem hatiye em li hemberî tecrîd, xiyanet û dagirkeriyê rabin ser xwe.”
Leyla Hilalî bang li tevaî jinan û bi taybet jinên Kurd kir ku dakevin qadan.
Çalakvan Kamûran Mijînî jî diyar kir ku wê çalkî dewam bikin heta azdiya fîzîkî ya Reber Apo misoger bibe û ev tişti anî ziman:
“Heta ku tecrîda girankirî li ser Rêbertiya me hebe,emê çalakiyên xwe berdewam bikin.
Tişta ku ji me tê xwestin em ê bikin.”