Vê sibê li gundewarê Dêrazorê çeteyên hikumeta Şamê hewldan derbasî herêmên Rêveberiya Xweser û QSD’ê dibin.
Hêzên QSD’ê bersiva çeteyan da ê êriş têk bir.
Hêzên QSD’ê çeteyek kuştin û yek jî birîndar kirin.
Navenda ragihandê ya Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ li ser mijarê daxuaniyek da.
Di daxuyaniyê de, ev tişt hate gotin:
“Komek çeteyên Hêzên Hikumetê ji bajarokê El-Teyane yê li gundewarê Dêrazorê hewl dan derbasî herêmên me bibin û êrişî xalên leşkerî û saziyên sivîl bikin.
Hêzên me bersiva çeteyan dan û şer derket.
Di encamê çeteyê bi navê Miheme Ibrahîm El-Îd hate kuştin.
Her wiha çeteyekî din jî birîndar bû û yên din jî bi aliyê herêmên hikumeta Şamê reviyan.”
QSD’ê eşkere kir ku ew ê hemû hewldanên derxistina fitneyên dinavbera pêkhateiyên herêmê têk bibin.