Hêzên Sûriya Deqmoratîk-QSD, Meclisa Leşkerî a Suryanî û Hêzên Parastina Jinên Bêt Nehrên Suryaniyan li ser êrîşên dewleta Tirk dagirker û çeteyên wê civîneke çapemeniyê ya hevbeş lidar xistin.
Hêzên Leşkerî yên Sûryanî hişyarî dan ku Sûryanî û Asûriyên li Til Temirê bi qirkirinê re rû bi rû ne.
Hêzên Sûryanî soza parastina herêmê dan û teqez kirin ku heta ku êrîşên dewleta Tirk bişkînin û xeteriya li ser gelê xwe rakin ew ê di çeperên pêş de bin.
Hêzên Sûriya Deqmoratîk-QSD, Meclisa Leşkerî a Suryanî û Hêzên Parastina Jinên Bêt Nehrên a Suryaniyan li navçeya Til Temir ku di bin xetereya dagirkeriya dewleta Tirk de civîneke çapameniyê lidarxistin.
Berdevkê QSD’ê Kîno Gibrîel êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî herêmê şermezar kir û destnîşan kir ku di van êrîşan de sivîl û binesaziya bajaran hedef hatine girtin û dixwazin xelkê herêmê koçber bikin.
Berdevkê QSD destnîşankirin ku tevî hevpeymanên di navbera Tirkiye, Emerîka, Rusya de, dewleta Tirk êrîşên xwe bê navber didomîne û xwest ev êrîş werin sekinandin.
Berdevkê Meclisa Leşkerî a Suryanî Ebjer Yaqûb jî bi zimanê Erebî axivî û diyarkir ku dewleta Tirk a dagirker heta niha agirbestê bin pê dike û ji ber êrîşan li herêmê karesatên mezin rû dan.
Ebjer Yaqûb destnîşankir ku ji ber êrîşên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê jiyana pêkhateyên Asûrî û Sûriyanî yên li gundên Xabûr ango Til Temirê dijîn di xeteriyê de ye.
Ebjer Yaqûb, komkujiyên çeteyên DAIŞ’ê yên di 2015’an de li dijî Suryanî û aşûriyan bibîrxist û wiha anî ziman:
Êrîşa dewleta Tirk niha jî qirkirina gelê Asûrî û Suryanî hedef digre.
Em ji civaka navdewletî, Rûsya û Emerîka dixwazin ku berpirsyartiyên xwe bi cîh bînin û vê êrîşê bidin sekinandin.
Berdevka Hêzên Parastina Jinên Bêt Nehrên a Suryaniyan Nîşa Gewriyê jî destnîşan kir ku dewleta Tirk li hemberî gel û jinên Suryanî û Asûrî polîtîkayên qirkirinê dimeşîne û wiha bidawî kir:
Weke Hêzên Parastina Jinên Bêt Nehrên a Suryanî heta ku êrîşên dewleta Tirk bişkînin û xeteriya li ser gelê xwe rakin em ê di çeperên pêş de bin.
Civîna çapemeniyê bi pirsên rojnemevanan bi dawî bû.