Li bajarê Qamşlo li nêzî çarxariya El- Felahîn paporeke bi malbatrkî ve teqiya.
Di encamê de zarokekî 8 salî û zilamek birîndar bû.
Li gorî agahiyan rewşa birîndaran niha başe.
Di danê êvarê de li bajarê Qamşlo li taxa Kornîş li nêzî çarxariya El- Felahîn paporeke di malbatrkî de teqiya.
Di dema teqînê de 6 kes li malê de hebûn.
Di encama teqînê de zarokekî 8 salî û zilamek birîndar bûn.
Birîndar ji bo nexweşxaniya li Qamşlo hatin veguhestin.
Kesên birîndar niha li nexweşxaneyê têne dermankirin.
Endamên malbatê diyar kirin ku rewşa kesên birînda niha başe.