Bi dîmen û belge ev têkiliya dewleta Tirk û çeteyan carek din tê eşkerekirin

Dewleta tirk a dagirker ji destpêka şerê li sûriyê re piştgiriya komên çete kir.
Kirinên van çeteyên dewleta tirk jî di qada navnetewî de sûcên şerin.
Gelek caran me ev yek bi dîmen û belge bi we bînerên hêja re parvekir.
Bi destpêkirina êrîşên dewleta tirk a dagirker li ser herêma Bakur û Rojilatê Sûrî re ev êrîşî û kiryarên dewleta tirk hîn zelaltir derket pêş.

Ev çeteyên Cebhet El Nûsra ku niha dewleta tirk navê wan guhertiye û di nava Artêşa Nîştîmanî ya Sûrî de kom kiriye di qada navnetewî de rêxistineke terorîste.

Çeteyên ku heman kirinên xwe yên ji depêka şerê li sûrî ve dikin li herêmên bakurê Sûrî jî careke din dubare kir.

Yek ji van çeteyan Ebdulrezaq El-Egîdî, bi nasnav El-Egîdî ku li Dêrazorê jidayik bûye.

El Egidî bavê fermnadarê çeteyên Nusra ye.

Ev çete dema kesek bi îdiaya pêkanîna teqîna li Girê Spî hatibû girtin, di wêne de careke din xuya dike.

Çete Cemîl Ehmed Receb, 25’ê Cotmeha 2019’an de li gundewarê Girê Spî dema dîlgirtina şervana YPJ’ê Çîçek Kobanê hate dîtin.

Di wêneyek din de jî çete Mûemel Îsa, Serkêşiya koma çete ya “Ehrar El-Şerqiya ye” heye.

12’ê Cotmehê çeteyên Ehrar El-Şerqiya bi serkêşiya çete Mûemel Îsa 3 xebatkarên Heyva Sor a Kurd “Medya Zozan, Havîn Xelîl Îbrahîm û ajokarê erebeya ambulancê Mihemed Bozan Seydî li herêma Silûk a gundewarê Girê Spî girtin û piştre jî bi awayekî hovane şehîd kirin.

Leave a Reply

Back to top button