Îran ji ber buhabûna benzînê dişewite

Piştî Iraqê, li Îranê û rojhilatê Kurdistanê jî xelk ji ber rewşa xirab a aborî daket qadan. Xwepêşandanên ku li dijî buhaya benzînê duh bi şev destpê kirin, îro li seranserê Îranê û Rojhilatê Kurdistanê belav bûn. Heta niha 4 xwepêşandaran jiyana xwe ji dest da û 6 kes jî birîndar bûne.

Piştî ku hikûmeta Îranê buhaya benzînê giran kir, li seranserê Îranê û rojhilatê Kurdistanê bi deh hezaran kes daketin qadan.

Xwepêşandêran biryara hikûmetê bi tundî şermezar kirin û gelek benzînxane şewitandin.

Li bajarê Sîrcanê, hêzên ewlehiyê gule li xwepêşanderan reşandin.

Di êrişê de xwepêşanderekê jiyana xwe ji dest da, 6 kes jî birîndar bûne.

Li bajarê Meşhed xwepêşander ji bo xwe ji êrişa hêzên rejîmê biparêzin bend li ser rê danîn.

 

XELKÊ ROJHILATÊ KURDISTANÊ JÎ DAKETIN QADAN

Xwepêşandanên ku duh bi şev li çend bajarên Îranê destpê kir, îro li rojhilatê Kurdistanê jî belav bûn.

Li bajarên Kirmaşan, Sine, Urmiye, Kamîran, Seqîz, Loristan û Îlamê bi deh hezaran kes daketin qadan û siyaseta aborî ya dewleta Îranê şermezar kirin.

Xelkê Sinê li qada Îqbal kom bû û wesayît rawestandin.

Li Kirmaşan jî qada Azadî veguherî qada xwepêşandanê.

Hêzên Îranê bi gaza îsotê û ava şid êrişî xwepêşanderan kirin.

Xwepêşandêran jî li hember êrişê navendek polîsan şewitandin.

Li parêzgeha Urmiyê û Loristanê xwepêşander bi sloganên, ‘Mirin ji dîktatoran re’ nerazîbûnên xwe nîşan dan.

Li gelek bajarên Îranê jî xwepêşandan bi beşdariya deh hezaran mezintir bûn.

Îro xwendekar jî herîkîn qadan û destek dan nerazîbûna gel.

Tê gotin di êrişên hêzên ewlekariyê yên Îranê de, hejmarek zêde xwepêşander hatine kuştin û birîndar bûne.

Lê çapemeniya Îranê îdia dike ku 4 xwepêşandar jiyana xwe ji dest dane.

Li ser belavbûna xwepêşandanan rêveberên Îranê jî civînek awarte lidar xistin.

 

GELÊN ÎRANÊ DAXWAZA GUHERTINA SIYASETA ABORIYÊ DIKIN

Di du rojan de 3 qat zêdekirina nirxê benzînê ji aliyê hikûmetê ve bû wesileya ku xelk vê rewşa xwe ya xirab li kolanan bine ziman.

Gel ji rewşa xirab a aborî dewleta Îranê berpirs digre û daxwaza guhartina siyaseta aborî dike.

Rayedarên Îranî rewşa xirab ya aborî qebul dikin, lê li şuna çareseriyê, weke her carê bi sedemên derve re girê didin.

Serokkomarê Îranê Hesen Ruhanî beriya çend rojan gotibû ji sala 1979’an û vir ve, ew ji rojên herî giran derbas dibin.

Rûhanî got heke wiha bidome, ji bo 70 ji sedî mesrefên wan ê salê wê nikaribin pereyan peyda bikin.

Sedema vê yekê jî nakokiyên li ser bernameya nûkleerî ya Îranê û ambargoya Emerîkayê ye.

Leave a Reply

Back to top button